the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bêmalê Keko

Dewranê

Wey lê dewrê, wey lê dewrê lê gul dewranê Eva dewran xweş dewran e, dewran şîrîn xweş dewran e Sebra me mezin Moskova ye Sebra mezin Moskova ye, cim’etê ra şemal daye Cim’et temam pê ra kêf e eşq e şa ye Wey lê dewrê lê gul dewranê Wey lê dewrê lê xweş dewranê Wey lê dewrê, lê gul dewranê, tav hêşînê nêrevanê Wey lê dewrê, wey lê dewrê, lê gul dewranê Em ê çûne Erîwanê, em ê bala xwe didene avayeta mitaşa koşk û seray Şûşebenda qe jê nayê xeberdanê Wey lê dewrê lê gul dewranê, qe jê nayê xeberdanê Wem ê çûne baxê gulan û sosina gulbaran Şamovyanê lê mêze ke hewzê mermerkirî, ava şadirwanê Wey lê dewrê, lê lê gul dewranê Wey lê dewrê, lê gul dewranê Wey lê dewrê lê lê xweş dewranê, navê şîrîn Erîwanê Wey lê dewrê, wey lê dewrê lê gul dewranê Eva dewrana çiqa xweş e bira hema wiha be Va dewrana çiqa xweş e bira hema wiha be Cim’eta me pê ra eşq û kêf e, şa be Bira navê dengê dewra şîrîn dinyayê bela be Wey lê dewrê lê gul dewranê Wey lê dewrê, lê lê xweş dewranê Wey lê dewrê, lê lê gul dewranê, navê şîrîn dîsa Erîwanê Wey lê dewrê, wey lê dewrê lê gul dewranê Wey lê dewrê Erîwanê çiqasî xweş e Wî dewranê Erîwan çiqasî xweş e Lê mêze ke temam bax e, baxçe gul e vî geş e Cim’et tê de kawe kubar hûr dimeşe Wey lê dewrê lê gul dewranê, dîsa Erîwan e Wey lê dewrê, lê lê xweş dewranê Wey lê dewrê, lê lê gul dewranê, navê şîrîn dîsa Erîwan e Kawa min e min diye lo dosta min e min diye Dest da teşî kulî ye lo, kuliya zendê spî ye Kihêla erebî ye lo, sed zêrê bacaxlî ye Sed zêrî bacaxlî ye lo, min ji xwe ra li erdê diye Ha yêrî, yêrî, yêrî lo kawê canê ha yêrî Ha yêrî, yêrî, yêrî dostê rindê ha yêrî Zozana me bilind e lo, ber serî bûbû kêrî Zozana me bilind e lo, berf lê barî bû kêrî Kawam yeke bedew e lo qolê li zêra li serî Dostam yeke rindik e lo qolê li zêra li serî

Bêjebêje © 2015-2024