the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bêmalê Keko

Elî Xwarzîya

Elî xwarziya Xwedê xirav bike Mekê û Medînê ye Kafirê Feqî gulekê berî bedena Eliyê xwarziya daye vê sibê, reviye ketiye ber teldê mîrata bexîrê ye reviye ketiya ber teldê bexîrê ye, nakeve ber nîşana eyneliyê ye Eliyo bira çevê xalê te kor bibin, vê sibê tilî peçiyê xalê te nagirin, merhemekê çêke bide ser devê mîrata birînê De rabe, rabe, rabe Eliyo rabe De rabe bira serê xalê qurban be Elî xwarziya, felekê çima li me wiha kir Kafirê Feqî vê sibê gulekê berî bedena Eliyê xwarziya daye, reviyaye ketiye ber teldê bexîrê Dilê onbaşî, bînbaşî, kafirê Roma reş, me şa kir Bira mala Feqî kavil bibe vê êvarê Mêraniya xalê te kir kesî nekir Çewa mêraniya xalê te nava êl eşîra da hinda kir De rabe, rabe, rabe Eliyo rabe Bira sere xalê qurban be Lo xalo, lo xalo, lo xalo Vê sibê dilê min kînekîn e Wey lo xalo vê sibê dilê min kînekîn e Gula kafirê Feqiyê Botî çiqa birîna xwarzê te dêşîne Gula kafirê Feqî çiqa birîna xwarzê te dêşîne Xalo de tu rabe, bike bilezîne Cinyazê Elî xwarziyê va orta helîne De Roma Reş xayîn e, wê te bigere, destê zorê, cinyazê Eliyê xwarziya te bistî- ne, xalo rabe De rabe, rabe, rabe, rabe, rabe Serê xwarzê bira qurban be

Bêjebêje © 2015-2024