the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bêmalê Keko

Gulê Dêran

Gulê dêran, dêran, dêran, dêran gulê dêran Por gulîyê min kurkirî be, heft dûzanê Helebê dozde kêra Li nava meydanê, Mala Şero, Mala Şewêş, Hev qelandiye koka mêra Simêla Esedî Xêlit xweyo tenik e, vê sibê nagire berî lêva Were gulê dêranê, kendalê spî mexelê pezî nêr e Gulê dêranê, kendalê spî mexelê pezî nêr e Esedê Xêlit vê sibê kuçûç çapa romê dêstdane Serî meydanê mêran û mêrxasa, şêran, egîta ber çavê xwe dijmêre Were dêran, dêran, dêran Gulê dêran Were dêran, dêran, dêran Gulê dêran Were Gulê mehrûmê, havîne xweş havîne Gulê dêranê, havîn e xweş havîn e Her çar malê Hesîranî hawar û gazî, qîrîn û qurtî ne We gulê dêranê min ê Esedê Xêlit bi xwe re girtiye aniye hêsîrê dîn e Were dêran dêran, dêran gulê dêran Were Gulê dêranê çîmê gola wê dinihêrim wê bi cîne Gulê dêranê çîmêî gola kawê dinihêre wê bi cîne De vê hayê qaza û qulinga hêlîna xwe tê da çêkiriye gulê dêranê, wilewilin Qazan û qulînga hêlîna xwe tê da çêkiriye wîlewîl in We gulê dêranê min ê Esedê Xêlit li nava meydanê girtiye aniye hêsîrê dîn e Were dêran, dêran, dêran Gulê dêran

Bêjebêje © 2015-2024