the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bêmalê Keko

Lê Lê Kinê

Lê lê lê lê lê lê lê kinê Kinika mala lê bavê minê Lê lê lê lê lê lê lê kinê Qimqidûmê lê çokê minê Hewar gundo lo kinika min yek e Medet gundo lo kinika min yek e Ew jî yeke lo çevbelek e Kinê rûnê lo biska şe ke Lê lê lê kinê lê vaqasayê Min sê cara lê ramûsayê Min sê cara lê ramûsayê Carka çara lo destûr dayê Lê lê lê kinê lê hûrîmûr î Meşwerdeka lo gola kûr î Meş werdeka lo gola kûr î Tu ya min î lo ji mi ne dûr î Lê lê lê kinê lê ha ji te kintir Wez geriyame lo ha ji te pirtir Wez geriya me lo ha ji te pirtir Min kes nedît lo ha ji te rindtir

Bêjebêje © 2015-2024