Bêmalê Keko
Navê Lenîn
Ji Ûrisêtê rabû
Cim’etê me hev ra şa bûn
Cim’etê me tev ra şa bûn
Em ji destê zulimkara xelas rabûn
Eva dewrana xweş dewran e
Ev bûka me ba û baran e
Cim’etê me hev ra şa ne
Navê Lênîn navekî mezin e
Azayî da dinyayê mêr e jin e
Wekê dinya sal bi sal bixemile
Em ji vê dewrê zaf razî ne
Em ji wê dewranê zaf razî ne
Cim’etê me temam xwendî ne
Nav mera her tim kêf û şahî ne