Bêmalê Keko
Qasimo
Qasimo heylo lo lawo
Dilê dayika te hewar e vê gazê dêran im lawo
Dilê dayika te hewar e vê gazîyê
Cerda Mala Şêko giran e bira xêrê wayê nevîne
Şiveta gurê sibatê xwe dane wê nîvsere serê çiye
Gulekê lawo meydanê berî bedena Qasimê lawê Meyro serekê sîyara gula
nêçîrvana dane, dêran im lo
Kuştine serkarê zexîriye
Qasimo menal, berxê mino menal, çevê reşbelek tek meke kendal e
Şeve şevê payîza, wez ê ber serê birîndarê mala bavê xwe dêran im, lawo bibime
cî û balgî, berpal e
Qasimo heylo lo lawo, bihara vî welatî çiqa zû tê, dêran im lo hay
Bihara vî welatî çiqa zû tê
Erdî kose ye, erdî pasar e, weylo lawo gîhayê pût tê
Cerda Mala Şêkgo bira xêrê wayê nebîne wey lo lawo
Şiveta gurê sibatê, zozo bûne nîvsere serê çiyê da wa dêran im lo, pêra pêra
dû tê
Qasimo menal, berxê mino menal, çevê reşbelek tek meke kendal
Şeve şevê payîza, wez ê ber serê birîndarê mala bavê xwe dêran im, lawo bibime
cî û balgî, berpal
Qasimo weylo lawo dilê dayika te kanînka vê berwarê, dêran im lawo
Dilê dayika te kanînka vê berwarê
Kerî bergelê Qasimê lawê Meyro giran e vê sibê nagire devî çayê
Kerî bergelê Qasimê lawê Meyro serekê sîyara gula nêçîrvana, way giran e
dêran im lo nagire devê çayê
De şeve şevê payîza, wez ê ber serê birîndarê mala bavê xwe rûniştime, dikim
nakim dêran im lawo, birîne kûr e kew lê nayê
Qasimo menal, berxê mino menal, çevê reşbelek tek meke kendal e
Şeve şevê payîza, wez ê ber serê birîndarê mala bavê xwe dêran im, lawo bibime
cî û balgî, berpal e