the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bêmalê Keko

Qulîxanê

Wez ê bejna Qulîxanî kurap dinêrim dar e, dara biyê Bare malê me danîne zozana zozanîkê Xwê Malê me danîne zozana zozanîkê Xwê Xwezil xêra mala Xwedê ra wez ê bermalê Qulixanê kurap biyama De min ê çend saleka derbas kira xanî bê dara Lê wayê, feleka Qulixanî kurapê min xayîn e, gelo çima pêra nayê De wez ê bejna Qulîxanê kurap dinêrim dar e, dara kitê Hêşîn dike zozan e, zozanî wa li dolî ber derê vê mizgeft e De derê mizgeftê, xwezil xêra mala Xwedê ra wez ê bermaliya Qulîxanê kurap biyama De min ê çend saleka derbas kira qarî bêyola vê metê Lê wayê, lê wayê, feleka Qulîxanê kurapê min xayîn e, gelo çima pêra nayê De wem ê herine sûka Diyarbekirê dikana, wem ê herine sûka Diyarbekirê vê dikanê Wem ê bazar bikin şara gevez xemla vê kitanê De wem ê bazar bikin şara gevez xemla vê kitanê Bira xwedê mirazê mirazxwaza bike Mirazê min û Qulîxanê kurapê mayê jorê wê zozanê Lê wayê, lê wayê, feleka Qulîxanê kurapê min xayîn e gelo çima pêra nayê

Bêjebêje © 2015-2024