the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bêmalê Keko

Were Dînê

Were dînê lê dînê, lê dînê Gilîgerînê lê derewînê lê, lê dînê Xortxapînê lê lê dînê Were dînê lê dînê qurban, ez li pîkî, wî terezê tu li pîkî Tu ocaxê lê ezelîk î, were ez û tu va Em ê herine cem xwendîkî, lo cem qazîkî Wez û tu va em ê herin cem xwendîkî, cem qazîkî Belkî bêje, du serê çê çima naçin ser balgîkî eman dînê Herê lawiko, ne li vir im ne li wê me Wî tereso, ne li vir im ne li wê me De wez ê vê kaniya baranê me bihara de mi go tevî bê me De wez ê vê kaniya baranê me tevî bê me, ê zane eşîr zane Wez ê jina mêrê kotî me, dosta lawikê çê me Eman eman eman eman dînê Were dînê, dînê, dînê, dînê Gilîgerînê, vireka derewînê Wê dînê, dînê, dînê, dînê Vireka derewînê Xortxapînê dînê Mêrikê te bimre Wez tu carî nayême şînê Dînê, dînê, dînê

Bêjebêje © 2015-2024