the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bêmalê Keko

Wey Baranê

Wey baranê, wey baranê Labi şewityê, la wêranê Wey baranê, wey baranê Lab şewityê, çol wêranê Wî dayê û baranê çi kir Wî bavo baranê çi kir Heft roja barî, venekir Heft şeva barî, venekir Xêliya bûkê şerpeze kir Xêliya delalê şerpeze kir Yar îşev şeva baranê Dost îro roja baranê Yar govend geriya eywanê Dost govend geriya eywanê Wez ketime milê seyranê Wez ketime destê seyranê Yar îşev şeva pûkê ye Dost îşev şeva pûkê ye Yar govend geriya sûkê ye Dost govend geriya sûkê ye Wez ketime destê bûkê ye Wez ketime tora bûkê ye Wez ketime destê bûkê ye Wez ketime milê bûkê ye Wey baranê, wey baranê Labi şewityê, la wêranê Wey baranê, wey baranê Lab şewityê, çol wêranê Malê me çûn ax baranê Xwe dane singê zozanê Şêniyê me çûn ax baranê Xwe dane warê zozanê Kawam êmîşê dikanê Dostam êmîşê dikanê Kawam çerezê dikanê Dost êmîşê dikanê Wey baranê, wey baranê Labi şewityê, la wêranê Wey baranê, wey baranê Lab şewityê, çol wêranê

Bêjebêje © 2015-2024