the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bêmalê Keko

Xelîl Bego

Xelîl Bego rêda ha di rê da Xelîl Begê minê vê sibê kolos xwar kiriye, ser topa rimê da Xelîl Begê minê kolas xwar kiriye, ser topa rimê da Xwezil xêra mala Xwedê ra, bibûma tasek ava kaniya sar vê cemedê Têketama destê mîr begê da Xelîl bego Sibhanê wê bi riye Xelîl Begê minê pirsa mala bavê min kiriye Xelîl Begê konê mala bavê min konekî reş î erebî ye, weke zerîb e sersênî ye Xelîl Bego wez ê nizanim çi bêjim xwedî dîn î Xelîl Begê min ê vê sibê tev çar siyara, ser kaniya hikûmatê dihat dimilmilî De tu were gurra Xelîl çawîşê qomşî nema meke Nava milê min bijmêre çil û çar gulî Xelîl Bego Sibhanê hanî manî Xelîl Begê minê koloz xwe girêdaye dirovanî Xelîl Bego divê çawa Gozel Xanimê serdarê serê Dawîd Padşah xwera anî Lawiko, lawiko, lawiko dîno Lawiko dîno lo sewdaliyo Xerîb tu yî maşûq ezo

Bêjebêje © 2015-2024