the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bengîn

Derdên Kevên

Derdên kevên kulên giran Erişdikin mîna guran Xwe ber didên binê dilan Wiran dikin can û rewan Mirên nebu li bi durketim Ji mala xwe bi derketim Nîva şevê bi rêketim Wekî tija ez ji hev ketim Li şun min man dost û heval Bav û bira û xwuşkên delal Riya çiyan deş û newal Mêwên tirî welat û al Ji bîrmeke lo bi derketî Ji niştiman bi durketî Wek sêvekî ji dar ketî Ser vehesî tu raketî Helbest: Cankurd Muzîk: Bangîn

Bêjebêje © 2015-2024