a photo of Berbang

Berbang

Delalê Qerecdaxê (Ay Delal)

Ay delal ay delal… Were delal, mi l’diyara diyarê sermîn im Tavek’ ketiye qerejdaxa şewitî, gulê b’avê mamdela rengîn e Tîrêjek xwe berdayî welatê boz hewayê Welatê cûlê’v berya b’avê bozîn e Qasîda xelkê rêwî-werçîn e Qasîda min û xelkê delal, çilê mibareka havîna Prîskê berfê, peşkê baranê, helkîna av-bayê xerbîn e Xwedêo miradê ne ji dil be bira ji axa goran ra bimîne… Were delal lawiko, çiya sar e ji berfê ra zozan xweş e ji kêfê ra Qerejdax xweş e ji koçeriyê ra Xwedêo miradê ne ji dil be bira ji axa goran ra bimîne… Delal ay delal… Ay delal ay… Were delal, xwedêo, berya jêrî, nav riya da E’j’ta rast, tu j’nigê xam ciwaniya delêl ra Mi l’diyara diyarê xana xerîb im Tavek hilkişyayî berya boz hewayê, xwu berde b’berya cûlê ve Were delal mi l’diyara diyarê mêrgemînê Pezê lawikê min naxwo pelê melwendê, koka talelişîrê Ez ê bi qurbana tiliyê delalê dilê xwe bim Qerimî l’ser darê bilûrê… Delal ay delal… Ay delal ay… Were delal di semera çiyayê, di binya me ra Pozê cûrê, pozê tûgêl û xêr û yarimcê giş xuyayî Taximê sing û berê mi keçikê j’delalê dilê mi ra Mîna bûrteqaleke j’bûrteqalê yafê ye Hingivê sêrtê ye, xurmeka bexdayê, hêjîreka şingalê ye Na wele taximê sing û berê mi keçikê j’delalê dilê mi ra Nala mewijê hebabê, dimsa tizyanê, gûşyekî tiryê lawê qoce cibûr Li diyarbekra şewitî di sindûqa ra bi ser hev da şîrêz daye Were delal hatî yî mala sêvê zer e Alemê kirrî bi weqyan e Mi j’delalê dilê xwu ra kirîbûn berber e… Delal ay delal… Ay delal ay… Were delal, xeberek j’mi ra hatî Dibên delalê dilê te nexweş e Li serê, mi go rebî ta delêl b’mirina wî be, rihê min têke berê Were delal mala me vay, îşev çira me vêketî, agrê me daday Birayê mi biçûk in, mektebayî, bavê min extyar e, li odê ye Pîrek diya mi heyî, ji êvar da lihêf li serê xwe werdayî Delal were taximê singê û berê mi keçikê ji te re mixela mayî Delal ay delal… sirguno… *Deşîfrekirin: Ceso

Bêjebêje © 2015-2024