the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Berfîn Aktay

Canda

Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu nehatî Ez mam heya mela bang da Tirsim ya dil bêjim hina Ew dil lo li ba min tina Tiştê bi serê min hatina Him ditirsim him newêrim Canda, can bi te disperim Têr nabim çendî binêrim Te divêm û nikarim bêjim Te di nava dil da vedişêrim Sê sal mi dil da hilanî Te dil ji navam deranî Herkes li gunde me dizanî Ku sê sal ez li benda te mam Canda, te gul ba biçanda Te sozek wê roja han da Şev çû canê tu nehatî Ez mam heya mela bang da…

Bêjebêje © 2015-2024