the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Berfîn Aktay

Mem û Zîn

Naz û şêrînleba min Carek were li ba min Ko ez mirim siba min Li ser navê xwe dîne Delal û gewr û rindî Şêrîn û poz bilindî Eger maçek bi min dî Buha li cem. me nîne Birîn dused hezarin Ji ber wê ah û zarin Ta spîde şiyarin Ah û nal û girîne Rûne li ber serê min Berê xwe bi de berê min Bikuj bi xençerê min Tê gernasan bibîne Bi ah û nal e nalim Tenha û bê hevalim Mebîne pîr û kal im Ez im Mem û Tu Zîn e Wek Feryad û Şirîn in Herdu jî dil birînin Tirsin hevdî nebînin Cîhanê kumrevîne Gotin: Cegerxwîn Muzîk: Mamoste Selamî

Bêjebêje © 2015-2024