the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Berfîn Aktay

Mestan

Bihar bi te rengîn e Dilê’m xemgîn e way Axa’m zêrîn e Bi navê te ez dikenim Yabo Şopa te ji ber dilê min naçe Sebra min êdî nemaye Jiyana’m sibê ye Miradê’m tune ye De zû were Yabo Rondikê’m bi tenê ye Silav bi te wate ye Roja’m hatiye, wa! Lê “Tu” tune ye Bi navê te ez digirîm Yabo Pêjna te ji ber dilê min naçe Dilê min hîna li cem te Rihê min li ber te Çavê min li pey te De zû were Yabo Ez mam li vir lê beyî te

Bêjebêje © 2015-2024