the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Berfîn Aktay

Qêrînek Tê

Qêrînek tê ji nav Nisêbîn Dengê dayika zarok digirîn Laşên bêserî dayê destên bêtilî Dayê Nisêbîn b'xwînê xemilî Şîn bû li bajaran Amed û Serhad Mehmûd û Loqman Hogir û Xebat Emer gazî kir gelî hevalan Dijmin li dora me kemîn kolan Qêrînek tê ji nav Nisêbîn Dengê dayika zarok digirîn Laşên bêserî dayê destên bêtilî Dayê Nisêbîn b'xwînê xemilî Leşkerên dijmin bi tank û topan Êrîş kirin ser me van hirç û hovan Li wir peyda bûn bêbext û nerast Em ê şûna wan rabin çep û rast Qêrînek tê ji nav Nisêbîn Dengê dayika zarok digirîn Laşên bêserî dayê destên bêtilî Dayê Nisêbîn b'xwînê xemilî Gotin û Muzîk: Hozan Kilamedîn

Bêjebêje © 2015-2024