the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Berfîn Aktay

Xwezî Yarê

Xwezî Yarê tu ya min ba Tu j'ber serê min raneba Herdem li ber çav min ba Weyla li min.. Gelo evîn ten wiha ye? Bûye demek tu nexuyaye Ma qey soz l'dinyê nemaye Weyla li min.. Ez zer bûme wekî şima Rih di canê min de nema Hemî ji ber kul û xema Carek tu nabêjî, çima? Weyla li min.. Were Yarê brîndarim Dil nexweşim, wekî ar im Nema bete ez dikarim Weyla li min..

Bêjebêje © 2015-2024