the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bermal

Lo Çemo

Ez çiyayê dilê te me Rêhevalê bejna te me Dayîka xeyalê te me Hemû wextan bi te re me lo Çemo Tu ava çemê jiyanê Zarê diyarê Mûnzûrê Kenek li ser rûyê axê Tu siwarê azadiyê lo Çemo Ez Dêrsîm im Dêrsîmê te Ciwaniya hêviyên te Ez Dêrsîm im çiyayên te Ciwaniya hêviyên te Tîna/Şewqa çavên te bû hêvî Ji bin derstîyan gelan re Dengê te bû sitran şawq da Ji hemû demên xerîb re lo Çemo Tu ava çemê jiyanê Zarê diyarê Mûnzûrê Kenek li ser rûyê axê Tu siwarê azadiyê lo Çemo Ez Dêrsîm im Dêrsîmê te Ciwaniya hêviyên te Ez Dêrsîm im çiyayên te Ciwaniya hêviyên te

Bêjebêje © 2015-2024