a photo of Beser Şahîn

Beser Şahîn

Keç û Xortên

Em keçên kurdistanê Em xortên Kurdistanê Sînga xwe naguhêrin ji arê zindanê Va Newroz e Ar û doz e Roja soz e Bi pîroz e Em keçên kurdistanê Em xortên Kurdistanê Serê xwe natewînin li heber nemanê Mê avakin Mê rizgarkin Serfirazkin Kurdistanê Em keçên kurdistanê Em xortên Kurdistanê Dengê xwe bilindikin li nava cîhanê Pêt û ar in Dij neyarin Tev siwar in Bo jiyanê Gotin û Muzîk: Hekîm Sefkan

Bêjebêje © 2015-2024