![a photo of Beser Şahîn](https://s3.eu-west-2.amazonaws.com/bejebeje.com/artist-images/56-s.jpg)
Beser Şahîn
Nûrheq
Nozdeh Siwar hatin Nûrheq dilezîn
Dengê lingê wan neyaran dibizdînin
Çiyayê Nûrhaq û Engîzek dihejînin
Zincîrê xayintiyê ew diqetînin
Siwarê pêşî Sebirye Sehlewend e
Parasvanê xeta rast û serbilind e
Bi heybet e dijminê xayinê kunde
Li ber xweda serî hilda Lawê kurd e
Bûne kilîta deriyê azadiyê
Mîna mûmên ku vêkevin li tariyê
Şoreş in ew li dijî vê tariyê
Bilind hildan ala artêş û partiyê
Hîna bi hezaran Sebriyên me hene
Ji Botanê ta Nûrhaqê li pey we ne
Gerîllan e parasvanê doza me ne
Ger yek her e sed li sûnê em her hene
Gotin û Muzîk: Hekîm Sefkan