a photo of Beser Şahîn

Beser Şahîn

Rozerîn

Dilê min bûye hêlîna bêriyan Derabin hesin li dorê pêçiyan Şewq û tîrêja Rozerîna min Tîna Botanê dide dilê min Zarokên biçûk nema dilîzin Tanqên bê îman li dorê digerin Ew ji mîna me, li mal hêsîr in Bi zaroktiya xwe, ken ji bîra kirin Dayikên hêja teşiyan naresin Bûkên delalî çavan kil nakin Keçên dilzêrîn hev dilan digirin Ewrên barûdê xwîn dibarînin Dilê min bûye hêlîna beriyan Derabin hesin li dorê peçiyan Şewq û tîrêja Rozerîna min Tîna Botanê dide dilê min Ji esmanê şîn bombe dibarin Sînga axa min tev qelişandin Dar û zeviyên me tev şewitandin Dehl û rezên me tev hilweşandin Dilê min bûye hêlîna beriyan Derabin hesin li dorê peçiyan Şewq û tîrêja Rozerîna min Tîna Botanê dide dilê min Gotin û Muzîk: Alî Temel

Bêjebêje © 2015-2024