a photo of Beser Şahîn

Beser Şahîn

Were

Were der ey keldûmana min Bese bi ser hev de kom dibe Diwerimîne cegerên min Were Paqijbike lûla gewriya min Ji taliyê ji gemara tirsê Ji ser hev rake diranên min Yên ku bi ser hev de hatbûn guvastin Bela bes bimijin xwîna hevûdun her dû lêvên min Were, were û bilivîne zimanê ku hatibû hiskirin Bila bilive û bêje Deee bese Nurheq Dee bese Engîzek Bîne der wê hêrsa xwe ya sedê salan Biteq bi ruwê xayintiyê ve Bikuje bi hêrsa xwe xayinên jînê Û hemêz bike Sebriyê dayika min Xwazgîniyê azadiya te bû Gulek ji yên zindanê Pêtek bû ji agirê Mazlûman

Bêjebêje © 2015-2024