a photo of Beytocan

Beytocan

Axîna te nalîna min

Axîna te nalîna min Erdû asîman pir şîn e Gulê ez canê te karvan Mame wek kalek hilhile Ez digerim li vê dinê Sebra dilê xwe nabînim Ka delala min bidin min Min bi tiştan nexapînin Geh dikevim geh radibim Ez pêşiya xwe nabînim Dil birîn e dil axîn e Bidin roniya çavên min Bidin roniya çavên min Gelo çima hun serdest in Em bindest in li vê dinê Ez digerim li vê dinê Sebra dilê xwe nabînim Ka delala min bidin min Min bi tiştan nexapînin Geh dikevim geh radibim Ez pêşiya xwe nabînim Dil birîn e dil axîn e Bidin roniya çavên min Bidin roniya çavên min

Bêjebêje © 2015-2024