a photo of Beytocan

Beytocan

Xanima Osmanliya

Keçê dînê ava Diyarbekir rabûye Him û guma wê ye Li ser serê min û te zalima qe rê nedaye Qurban heta sala çûnê Taximê bax û boxazê memkê te ye Gul û mirwarî xweşikê min bû Wê lê lê îro çend roje nizam kê konê xwe li ser dadaye Ax de were lê lê Ez aşiqê bejn û bala te me Ax ji min ra bêje lê lê Hay hay hay hay Xanimê dev piçûkê Wey xanimê dev piçûkê Destê xwe bide destê mina Herin xopana Dêrikê Bavên eskerê gumrikê Çû Midyadê gilî bike Berê xwe da cem hakim Bi ramûsankê razî dike Xwe ji Rûto berdide Li ser Xidirko qeyd dike Derdê dila xanimê hay hay hay hay Keçê dînê çiya li ser çiya dikir gazî Qurban ji eşqa dilê min û te ra Daran pelê xwe weşandin Mane rût û tazî Keçê te goştê laşê min helandî Tu ji hestîkê min çi dixwazî Ax lê de were lê lê Wez meraqliyê te me lê lê Wez aşiqê bejn û bala te me ax Ji min re bêje lê lê hay hay hay.. Xanima Osmanliya Wey xanima Osmanliya Qirik dirêj, çar tilî ya Dostê Xidirkê Omeriya Ketim dilê min êşiya Kabikê min l?rê heliya Reha navê min qetiya Derdê dilan xanimê

Bêjebêje © 2015-2024