Bîjen Kamkar
Derdî Hîcre
Dill nexoşî derdî hîcre, canî cananim were
Let lete cerg û henawim, mahî tabanim were
’îlletî derd û şefakem wa be lêwî şekerit
Mayey jîn û heyat û derd û dermanim were
Rojî cejne û çawekanim musmî azadîye
Bo bella gerdanî ballat, qoçî qurbanim were
Ger bizanî çend peşêwe hallekem bo dîtinit
Sed ewendey zulfekanit, dill perêşanim were