a photo of Bîjen Kamkar

Bîjen Kamkar

Ey Refîqanî Terîqet

Ey refîqanî terîqet derdî îşqim çareken Yan be carê bimkujin, cergim be xencer pareken Boçî emin suçim çiye? ey seruy bustanî îrem Boy kebabî cergekem ba her beşî kafir bibê Rojî cejne çawekanim mewsimî azadiye Bo balla gerdanî ballat qoçî qurbanî were Sed hekîm hat û ’îlacî em birîney qet nekird To ’îlacî zexmekem ke zû be luqmanim were Çawekanim bo rûy fîraqit dill denallê wek rûbab Bo dû ebroy mîslî taqit bendî cergim bû kebab Herkesê hat û witî min aşqim, birwa meke Ta leser gonay nîşaney zexmî marangaz nebê Rojî cejne çawekanim mewsimî azadîye Bo balla gerdanî ballat qoçî qurbanî were Min ke sûtanim nedîwe men’î giryanim meke Aşqî rûtim bequrban tîre baranim meke Gotin: Tahîr begî caf

Bêjebêje © 2015-2024