a photo of Bilind Ibrahîm

Bilind Ibrahîm

Ay Gewrê

Carekê min ji xwe re dit gewrek Çavê wê reş û belek Xwe berda nav dilê min Min jê hez kirî gelek Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Hat bîra min birh û çaw Lêv û diranê li hev Bejn û bala teyê zirav Porê tarî weke şev Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Ez û gewrê bûn dilek Bûne rihek bûn canek Tu car gewrê ji bîr nakim Ji niha û sed û salek Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Nesîbê me tev rabû Ne b?destê min û te bû Xêrnexwaza em dûr xistin Lê dilê min li cem te bu Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Binêr li min û vî halî Ji eşq û xema ez dihelim Wextê çawêmin li te ket Keser xwe ser da alî Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Helbest: Kemal Şanbaz Muzîk: Mihemed Şêxo

Bêjebêje © 2015-2024