a photo of Bilind Ibrahîm

Bilind Ibrahîm

Çiyayê Gebaro

Çiyayê Gebaro, çiyayê Gebaro Ax tu bi derdo, kul û hewaro Tu ji xwe re bike piştî û baro Em mane bê cî, û mane bê waro Xewa min nayê, xewa min nayê Serê min diêşê, ji derdê duniyayê Birîna min kûr e, derman lê nayê ..der nayê Çiyayê Gebaro, çiyakî bilind î Tu yî hêlîna şêr û piling î Çiyayê kurdan î, bi nav û deng î Çima bindest î, ta heya kengî Xewa min nayê, xewa min nayê Serê min diêşê, ji derdê duniyayê Birîna min kûr e, derman lê nayê ..der nayê Hêsirê çavan bes bibarîne Dilê miletê Kurdan birîn e Dengê neyaran li ser xwe hêlîne Kêfa dijminan li ser me neyne Xewa min nayê, xewa min nayê Serê min diêşê, ji derdê duniyayê Birîna min kûr e, derman lê nayê Tu roniya çavê me Kurdan î Dijminê xwe re merzelan çêke Xewa min nayê, xewa min nayê Serê min diêşê, ji derdê duniyayê Birîna min kûr e, derman lê nayê

Bêjebêje © 2015-2024