a photo of Bilind Ibrahîm

Bilind Ibrahîm

Dil Her Tuyî

Çend cara diviya, ez te bihêlim Dilê min harî min nekir Bîrhatinê te, ez ji xwe vekem Hest û sozên min we nekir Evîna ji dil ezî girtîm Baxê dilê min her kesk e Şevê xema ezê sotîm Cîhan ber min gelek tesk e Te rêk hemî li ber min vekir Paşî telhek te li nav dana Te robarek bo min bi rê kir Paşî sikrek te li nav dana Tu yî qedera jîna min Jîna min bê te bê tam e Eger sil bî nazika min her payiz e li evîna me Evîna ji dil ezê girtîm Baxê dilê min her kesk e Şevê xema ezê sotîm Cîhan li ber min gelek tesk e Te rêk hemî li ber min vekir Paşî telhek te li nav dana Te robarek bo min bi rê kir Paşî sikrek te li nav dana Ne dîrkeve û min ji bîr neke Ey can tu cantir horî li cîhanê Jehra bakroka tu neke Laş bê ruh e, bê te canê

Bêjebêje © 2015-2024