a photo of Bilind Ibrahîm

Bilind Ibrahîm

Edûlê

De dilo werin, dilo werin dilo xerîbo dilo De xema mexwe (li) welatê xerîbiyê ez ya pismamê xwe me lawo Edûlê dibê ya rebî, xwedêyo, dilê minî dibê: bejna gênc, Xelîl kur mamê mala bavê min e zirav e Nebûye darekî ji darê sewlê kesek (dike) xanekî li xanî kolbenda li xanekî li xanî solbenda li xanekî li xanî misafiran Dilo Xerîbo, kesek (dike) xanekê li xanî bajarê şamê pismamo Min bala xwe dayê, carê Edûlê ser dikeve ser banî qesrê De bala xwe dayê postekî xûnkara (xwendekara) ji wê ve tê û hecacekî min tê ji hecê kesekî min tê ji Qudsê Teterekî min î bi hole tê ji basik û welatê xerbê Edûlê pora serê xwe romanî diqusîne teşî û gulî (guliyan) li jêre, dige (digihêne) baqî zendê Şimik û gore tavîne binî pê Qitî qitî meşiya, xwe berda bo (bû) pêşiyê û ramûsa celewlî hespê destê gilî bire paş banî, û dibê: siwaro min daye te û navê xwedê Ti pêşma gênc Xelîl Axa kurmamê mala bavê min nekiriye li welat û ber welatê xerbê pismamo Hey meded û sed meded De ne ku tu Edûl bî (be)! De wey lê Edûlê nemayê te pora serê xwe da ber dîwarê Îsa û Mûsayê Şevên pir payizan li çavê herimandyê Pirs û sewaleka ji gênc xelîl kurmamê xwe çi ji bêbextiyê Nîşanê siwarê xelkê pir in nîşanê siwarê mala bavê xwe ji min re bêje Dibêje: dilê minî dibê siwarê min siwarekî boze deqdeqî ye ser serî kerasekî sipî ye, ser milan ebakî lepikî besrawî ye li pişt qayişeke xelatî ye ser serî çefî û igaleke mewalî ye di ling de qundereke reş e romanî ye kîsekî qezazî ye, tûtina tê de sar e cembelî ye li ber de kehakî bilalî ye şimika sinonî ye nîvzêrekî zêrê (bi) eniya xwe ye kalekî ?? danîbû li ba zîvgerê bajarê Eyntabê kirîvê mala bavê min xweînîê bû bi sêsed û şêst û şeşa rabiye ber devika qelûna gênc Xelîl kurmamê mala bavê xwe berdabû pismamo Û hey meded, û sed meded de bila ron ba, belê bila ne (neyi) li gor ba Minê siwarê mala bavê te dîtiye li Himisê li Hemayê li Dengizê li Dengiz Hewayê Li ber rexê Feratê bêlecokê, Feratî bê layê Min û wî û Hesenê Alqê destê oldaşî dabû yek li kalekî zebeşa danî bû nexweş e, li halê mirinê Silav û klama li nefsa xwe ke (bike) li kênc Xelîl kurmamê mike (min bike) Heger keçeke wî bû li welatê xerîbiyan û xurbetê bi şêranî, dilo xerîbo navê Edûla por kur bike lê Hey meded, meded û sed meded de bila ron ba, belê bila ne (neyi) li gor ba

Bêjebêje © 2015-2024