a photo of Bilind Ibrahîm

Bilind Ibrahîm

Geriyanek

Havîn bû çûm Şingalê Hêjîra li dem nûbarê Min dî li wê rê ciwanek Awir dida ji alek Min gotê: Keça kê yî? Tu rînakî ji malê yî Tu gulakî ji baxçiyê Nêrgiza serê kê yî? Lawo ez Kurdistan im Xoştivîya Kurdan im Evîndara şêran im Ketî me dest nezanan Ez geriyam çûm Amedê Cîhê pîran û befrê Nalîna kewî têtin birîndar e xwîn jê têtin Min gotê: Kewê kê yî? Çima li nav befrê yî? Birîndarê destê kê yî? Xwîndarê destê kê yî? Ez dengê Şêx Seîd im Ji bo Kurdistan mirîd im Bê kes û bê xwedan im Ketî me dest neyaran Çûm Mehabadê gerîyam Wek dara tûyê weriyam Darek di dest zarokan Pê dikirin yariya bûkan Min gotê: Tu çi dar î? Wek rebena li vî warî Tu li kolanan dixişandin Ji nîvê ve tu şikandîn Lawo ez dar ala bûm Navbera çar çira bûm Ez qîbleya Kurdan bûm Ketî me dest nemerdan Payîz bû çûm Rojava Ser deşt û ber deran ve Min dî li wê rê şoxek Berda dilê min doxek Min gotê: Keça kê yî? Dîlber û şenga kê yî? Buhara dilê kê yî? Baranakî ji deştê yî Lawo ez Qamişlo me Şenga warê Şexo me Mihvana warê xo me Ketî me dest zordaran

Bêjebêje © 2015-2024