a photo of Bilind Ibrahîm

Bilind Ibrahîm

Gewrê Nayê

Nayê de nayê, Hevalê, gewrê nayê Hevalê gewrê nayê Ew Xezala li ber çemayê Xezala li ber çemayê Ew kêvroşka li vê demayê Kêvroşka li vê demayê Tajî û tula berdayê Wa negirtî û negihayê Heta bi tangê malayê Heta bi tangê malayê Min pê girtî ramûsayê Girtî ramûsayê Sing û berê te xweş in De weke rûne Hîzayê Weke rûne Hîzayê Wek qeymaxê mihayê Qeymaxê mihayê, wek hingivê Şilxayê Hingivê Şilxayê Ne didim malê dunyayê, lê malê dunyayê Terka çavê te nadim Tu ji min re bibî belayê Lêw lêw lêw Lêw lêw lêw wa de nayê gewrê nayê Hayê Hayê de hayê Çiqas geriyam dunyayê Çiqas geriyam dunyayê Çûm Himûs û Hemayê Himûs û Hemayê, çûme Mûş û Rihayê Çûm Mûş û Rihayê Çûme Sinê Serayê Çûme Sinê Serayê, çûm Kerkuk û Îlamê Kerkuk û Îlamê, Dêrsim ew li Zazayê Dêrsimê li Zazayê Qada Xan û Mîrayê Qada Xan û Mîrayê, Qomtara çiyayê Şengalê Heta çiyayê Şengalê Çiqas gerîyam şarê dunyayê Geriyam şarê dunyayê Êşa giran ber dilayê, Kesekî bi rêza te nayê Lêw lêw lêw Lêw lêw lêw wa de nayê gewrê nayê

Bêjebêje © 2015-2024