a photo of Bilind Ibrahîm

Bilind Ibrahîm

Havîn Bû Çûm Şengalê (Geryanek)

Havîn bû çûm Şengalê Hejîra li dem nûbarê Min dî li wêrê ciwanek Awir dida ji alek Min gotî: "keça kêyî Torîna kîş malêyî Tu gula kîş bexçêyî Nêrgiza serê kêyî Lawo ez Kurdistanim Xweştevîya Kurdanim Evîndara şeîranim Ketime dest nezanan Ez geriyam çûm Amedê Cihê Pîran û befrê Nalîna kewê têtê Birîndare xwîn jê têtê Min gotî: kewê kêyî Çima li nav befrêyî Birîndarê destê kêyî Xwîndarê destê kêyî Ez dengê Şêx Seîdim Ji bo Kurdistan mirîdim Bê kes û bê xwedanim Ketime dest neyaran Çûm Mehabadê geriyam Wek dara bîyê weriyam Darek di dest zarokan bêt kirin yariya bûkan Min gotî: Tu çi darî Wek rebena li vî warî te li kolana dixişandin ji nîvêre te şikandin lawo ez dara ala bûm nav bera çar çira bûm ez qibleya kurda bûm ketime dest nemerdan payîz bû çûm rojava ser deşt û ber derava min dî li wêrê şoxek berda dilê min doxek min gotî keça kêyî dîlber û şenga kêyî buhara dilê kêyî barana kîş deştêyî lawo ez Qamişlome şenga warê Şêxome mêhvana warê xome ketime dest zordara.

Bêjebêje © 2015-2024