Bilind Ibrahîm
Hêlîna Zêrîn
Xwezî min zanîba kutra min ê, tu bo çi firrî!
Min tu ji nav hemî teyra jêgirtî û xodan kirî
Hêlîna te min ji rehên dilê xwe ava kirî
Te bo min hêlan tijî xem û keder û agir û girî
Lawo min jî, navê te jêgirtibû ji hezar nava
Û min tu dana bû yî, bo paşerojeke ava
Lê nêçîrvanek hat, ez êxistime dava
Baş girêdam û nehêlam bavêm çi gava
Min zanî hey kutrê, felekê zulma xwe ya li te kirî
Û li her çar rexa, xemla buhara te ya zer kirî
Te kiriye rondik û çengêt birrîn û karê te girî
Çavê te li wê hêlîna min te lê xudan kirî
Lawo ez firrîm, hemî cîhan min têkveda
Qet hedara min bi kesî nehat ji xemêt te da
Rewşa te, bi rewşa te
Her evî canî bêhna xwe veda
Xwezî zivrîbam di nav hêlîna dilê te da
Xwezî kutrê belê çare bo me nîne
Hêlêna min ya tijî bû yî û çeqêt min şikestîn e
Hêlîna xew xirab neke û bo min negrîne
Nav dilê min êdî cihê te lê nîne
Erê lawo diçime ev hêlîvana xema
Ez dizanim, cihê min di hêlîvana te de nema
Evîna me bûrî, nagihîte çi dema
Evîna me bû bîrhatina nav (bîrhatin di nav) pirtûka xema