a photo of Bilind Ibrahîm

Bilind Ibrahîm

Keser

Xelkê dibînin yêt girnijim yêt bêjne min xuzîkêt te Xuzîkêt te li vê jînê xoşî yêt bûyin hevalêt te Xem û êş û kul û jana ya barkirî ji nav dilê te Tu bi tenê bî kovanî pîrozbîtin jiyan bo te Xelkê dibînin yêt girnijim yêt bêjne min xuzîkêt te Min gotî ne hevalê min ne wekî tu dibînî Evan xuziyêt hu yên mezin evroke ji minra di vehînî Xwezî dilê min biba laper da te zanî ba bixwînî Da te zanîba bixwînî Da te ji nûy xem û êş dîtban Ka tu da çawa revînî Eger tu bêyî nav dilê min dê bînî wek deryaye Ger lê bigerî sal bi sal cihek vala lê nemaye Dê zanî dilê min ser û kaniya derdaye Eve berî çend sale ne yê saxe di gel miriyaye Xelkê dibînin yêt girnijim yêt bêjne min xuzîkêt te Demekî di gel karwanê xweşiyan da diçûm, yê digirnijim, belê nê hemiyan ez hêlam Kovan hatin bo xwe birin Dermanê xwe ez geriyam, da careka dî bizivrim Da cerake dî, bizivrim Nê ne ma bû dermanê min nê ne ma bû dermanê min hingî min zanî dê mirim

Bêjebêje © 2015-2024