a photo of Bilind Ibrahîm

Bilind Ibrahîm

Qîzika Bajarî

Qîzika bejarî bû, kemera Mardînî bû Kemera Mardînî bû, lêv sor bû Stembolî bû Lêv sor bû Stembolî bû, birh û kivan Cizîrî bû Birh û kivan Cizîrî bû, çav spehî bû Kurmancî bû Ramûsankê bide min, her hêviy dilê min bû Eman, neman Êvarê bêhna te tê, hêy hêy Êvarê bêhna te tê, çaxî sibê bêriya te tê Nîv şevê xeyalên min tê Eman, neman Spehiyê qîza xanê, dil keftimê bê fesalê Keftimê bê fesalê, minê li qam û bejn û balê Minê li qam û bejn û balê, te çav reşê çav xezalê Çav reşê çav xezalê, bêhinekê rûnim li ber rihanê Dor keçikê dor tenîştê, lê kêlekê rûnim xwarê Eman, neman Êvarê bêhna te tê, hêy hêy Êvarê bêhna te tê, çaxî sibê bêriya te tê Nîv şevê xeyalên min tê Eman, neman Gelkî bilind nefire, bimeş binêr li ber xwe re Ca bi xwedê tu nazdarî, mame heyirî wez ber te Ca bi xwedê tu zalimî, çavê rehmê li me binere Herdû çavêt reş belek, bes awira li min bike Eman, neman Êvarê bêhna te tê, hêy hêy Êvarê bêhna te tê, çaxî sibê bêriya te tê Nîv şevê xeyalên min tê Eman, neman

Bêjebêje © 2015-2024