a photo of Bilind Ibrahîm

Bilind Ibrahîm

Rabe Sîpel

Rabe Sîpel ne veşêre Jîn û mirinê jêk vavêre Jîn amanca evînê ye Jîn bilind e roj û stêr e Rabe Sîpel neçe mirinê Neçe rêka çûn û birinê Pişkurînê neke girî Dest bavêje avakirinê Rabe Sîpel bibe mêhvan Bibe hedar ey dilovan Nav giryê de ez xendiqîm Kore neke herdû çavan Rabe Sîpel ey Sîpel xan Ka soza te kanî peyman Tu min hîke dê te hîkem Bo derdê min bibe derman Rabe Sîpel ne veşêre Jîn û mirinê jêk vavêre Jîn amanca evînê ye Jîn bilind e roj stêr e

Bêjebêje © 2015-2024