a photo of Bilind Ibrahîm

Bilind Ibrahîm

Rû Xunav

Te ez hêlam ey rûyî xunav Ew baxê min ma bê hetav Çavên te bûn stêra şevê Min tu diviyay bêhin gulav Te ez hêlam ey rûyî xunav Ew baxê min ma bê hetav Te li min girtin rêk û derav Rondik hatin pir xwîn û av Bendikê min û te jî qetiya Me li gel êk (yek) ma bi tenê silav Te ez hêlam ey rûyî xunav Ew baxê min ma bê hetav Baş bizane gula şêrîn Ew çend sal bûn dilê xemgîn Ez hêvî bûm, tu derman bikey Cergî min jî te kir birîn Te ez hêlam ey rûyî xunav Ew baxê min ma bê hetav Rondikên dilî hatin xir xwîn Ji nazikgula naziktirîn Dema xatir te ji min xwestî li min tehl bû jiyan û vîn Te ez hêlam ey rûyî xunav Ew baxê min ma bê hetav (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024