a photo of Bilind Ibrahîm

Bilind Ibrahîm

Selwa Cizîrî

Selwa Cizîrî şox şenga can Îro tu bûkî li nav hizir û dilan Xewna Cizîrî xewna me tevan Bo te (Ji ber te) dinalîn bi roj û şevan Selwa Cizîrî hey delala rind Bo te dikalîn hêviya me hemiyan Cana Cizîrî kemer zêrîn e Eşqa te har e wek tîr û riman Xema Cizîrî xema şêxê pîr Gerden şemalê sorgula Botan Selwa nizanim pesnê te çi ye! Lê baş dizanim tu yî Kurdistan

Bêjebêje © 2015-2024