a photo of Bilind Ibrahîm

Bilind Ibrahîm

Wefadara Min

Ez gehiştim jivanê Wefadara min ya hatî Sitêrêt şeva li me geş bûn Rêwî heyva çarde helatî Destê min girt û berneda Paş gote min bi xêr hatî Me borand şeveka xoş Li nav baxçên welatî Sed xozîka ewê şevê Destpêka min û vîyanê Vînê ji te xar bi rex min ve Têr nebû ji berê xo danê Ez û ew mayîn axiftîn Me dil da êk ta nemanê Şeva tarî li havînê Rû sokirin ji maç danê Sed xozîka ewê şevê Destpêka min û vîyanê Carekê gote min wexte Gelek mam bû direngî Min gotê hêşta ziye Got bimînim heta kengî Pîçeka dî bi axvîn Got çi bêjim tu bê dengî Sed xozîka ewê şevê Destpêka min û vîyanê

Bêjebêje © 2015-2024