a photo of Bilind Ibrahîm

Bilind Ibrahîm

Were Peri

Lezê bike were perî Were zerî were perî Ne ku bihêyi min nebînî û Paşê bihêyi li min bigerî Hizar zerî xo gorî diken Û li kesê navekem derî Hizar can xo gorî diken Û li kesê navekem derî Were dilê min baxçe ye Ji nazikîyê tilove ye Ji mêj e yê çaverê ye Xerîbê bîhna te ye Xerîbê dîtina te ye Çavê wî li hatina te ye Perîya min bitinê tu Şirîn û esmer î Cihê xo di dilê min çêke Bigerîyê û kulîlka jê ke Leşê min bike geşteyek Xem û xiyalêt xo lêke Kengî dê pîlka firêkeyî? Kengî qesta hatinê keyî? Ez hemî pêkve jivan im Li hîvî te me tu werî

Bêjebêje © 2015-2024