a photo of Bilind Ibrahîm

Bilind Ibrahîm

Xeyalên Te

Xem û xeyalên te wez revandim Çol û belanan te wez gihandim Ji ber te sotim, te wez şiwandim Bayê vîna te wez hejandim Bayê vîna te wez hejandim Min bihîstî tu nexweş î Dilo Çi bikim bextê min tim reş e Dilo Dilê min herdem bi kul e Dilo Carekê nebûye geş e Min bihîstî tu nexweş î Dilo Çi bikim bextê min tim reş e Dilo Dilê min herdem bi kul e Dilo Carekê nebûye geş e Delala min tu pir dêşî Dilo Derdê xwe ji kesî re nabêjî Dilo Bendî te mam, ez heliyam Dilo Tu kulê xwe ji kê re bêjî? Nayêm ba we tu li min negirî Dilo Çima wilo tu bê sebr î Dilo Evîna te ez helandim Dilo Ma sozê te heya kengî Hêstir çavên min tên xwarê Dilo Wek hûrxûnava buharê Dilo Alem tevde dikevin xewê Dilo Çavê min ji bo te şiyar e Alem tevde dikevin xewê Dilo Çavê min ji bo te şiyar e

Bêjebêje © 2015-2024