a photo of Birader

Birader

Apê Mûsa

Serê te boz e Weke Sîpan bilind e Dilê te bi soz e Weke çira û find e Em ji te hînbûn rastîyê û gelek iştên rindê Çûna te agir berda bajar û gundê Dilê te bi soz e Weke Agirî germ e Awirên te bişewq in Weke bihiştê nerm e Karwanê te li rê namîne Ala û soz e li ser me Li milekî te kevokên aşîtîyê Li milekî te leşkerên azadîyê Te hilgirtin heftê û çar salan Tu newesta û nerawesta Em li pêy te ne leşkerên azadîyê Ew rûyê şermok e ji bindestîyê Nûr jê dibare ji Zerdeştîyê Ew xwîna li nav porê sipiyê Ji dilê me niqitiye Gulên sorîn li zozana Li Sîpanê vekirîye Dibêje îro Hem bi saz û hem bi soz e Dozê diajo Xwîna te û şehîdên Kurdistan dişo Ji gemara Ereb û Ecem û Tirko min şehîdek dît 74 salî teva pênûsa bi xwînê reng dayî li ser milekî leşkerên azadîyê li ser milekî kevokên aşîtîyê 74 salan di rêça şoreşê de meşîyayî Gula civatan şênaya civînan Pîrê şoreşê kalê milîtan Dara çinarê li Amedê paldayî Sal: 1997

Bêjebêje © 2015-2024