a photo of Birader

Birader

Ax Bavê Min

Bavêmin Rojek derket ji malê Diçû ser karê xwe Ji bo ebûra malê Rojek ne ewr û ne sayî bû Kolan bê deng û xemgîn bûn Diya min bi tirs û bi xof bûn Kemîn bêbext û xayin bûn Ew dîmen naçe ji ber çavê min Di nava xwînê de bavê min Dil sekinî çav cemidîbûn Serê wî li ser çonga diya min Ew dîmen naçe ji ber çavê min Bavê min di nava xwînê de Diya min di nava qêrîn girî de Li kolanan ber mala me di nava bajêr de Ax bavê min bavê min Tu car naçe ji bîra min Jibo Bakî Kiniş Dema kurê şehîdekî ku ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin Dema bûyera qetilkirina bavê xwe di televizyonê de got ez gelekî mutessîrbûm û min ev helbest nivîsiye Sal: 2006

Bêjebêje © 2015-2024