a photo of Birader

Birader

Berxwedana Kobanê

Çûm Kobanê bi çar derge ye Li hemî dergan neyar heye Mîna teyrên berata ne Çavên wan li nemana me ye Keç û xort rabûn dîlanê Govenda şervanên me ye Me soz daye şehîdên xwe Yan mirine, yan kobane Koban dilê Kurdistane Ew rûmeta me Kurdane Ala bilind kin ezmane Berxwedane li Kobanê Kobanê Kobanê Kobanê Kobanê Koban kela berxwedanê Keç û xortan çek hildanê Barê hemî mûsikê ye Destana Keç û xortanê Serok û rêbêrên Kurda Avakin dewleta me ye Çêkin yekîtî û biratî Ji bo serxwebuna me ye Kobana min xwe ragire Kurdistan li ser agir e Rojhelat, başur, bakûre Kobana min qet namire Kobanê Kobanê Kobanê Kobanê Neyarên me tev da'işin Hemî ji Kurdan ditirsin Wê dewleta me çê bibe Serxwebuna Kurdistanê Bêhna serxwebuna me tê Em avakin yek dewletê Li Koban û li Şingalê Hawar gazîya milet tê Dengê birader ji dûr tê Dengê dilê wî nêzîke Dil tenik û dil nazike Berxwedane li Kobanê Kobanê Kobanê Kobanê Kobanê

Bêjebêje © 2015-2024