a photo of Birader

Birader

Bûhara min

Bûhara min hat Li ser singa te Gul û nêrgiz vebûn Ji bo bîna te Bilbil hoşîyar û Hati dîtina te Keç û xort mezin bûn Bi evîna te Va ye ez bûm şehîdê Şirîn navê te Ey niştîmanim Ka buhişta te? Ka buhişta te? Va ye ez bûm şehîdê Şirîn navê te Ey niştîmanim Ka buhişta te? Ka buhişta te? Kawayên hemdim Li zindanên te Şêrên birîndar Li ser çiyayên te Çima şîn û girîn Li newrozên te Memê dinali Ji bo Zîna te Sîpan rêz girtîye Ji bo Xeca te Ka feqîyên te? Ka xanîyên te? Ka evdalên te? Sîpan rêz girtîye Ji bo Xeca te Ka feqîyên te? Ka xanîyên te? Ka evdalên te? Lo hozano tu çi dibêjî Kanî saza te? Tu aşiq be, evîndar be Ez im yara te Ji xew rakirim Bi helma ez hiştim Kanî soza te? Te soz da min Tu revîya, Kanî doza te? Hem dayikim, niştîmanim Hem jiyana te Tu xerîb û bê heaval e Kanî yara te? Kanî yara te? Hem dayikim, niştîmanim Hem jiyana te Tu xerîb û bê heaval e Kanî yara te? Kanî yara te? Birader im, birîndar im Bi evîna te Ez nexweşim û ez bê hal im Ji ber halê te Bê hekîm û bê derman im Ka lûqmanê te? Mal xerab û gul wêran im Ji bo doza te Bi çar ciyan birîndar im Ez jî mîna te Heta kengî dijle û furat Bin ronikên te? Heta kengî dijle û furat Bin ronikên min? Bi çar ciyan birîndarim Ez jî mîna te Heta kengî dijle û furat Bin ronikên te? Heta kengî dijle û furat Bin ronikên min?

Bêjebêje © 2015-2024