a photo of Birader

Birader

Bûhara min hat, li ser singa te Gul û nêrgiz vebûn, ji bo bîna te Bilbil hoşîyar û, hati dîtina te Keç û xort mezin bûn, bi evîna te Vaye ez bûm şehîdê, şirîn navê te Ey niştimanim, ka buhişta te Ka buhişta te Vaye ez bûm şehîdê, şirîn navê te Ey niştimanim, ka buhişta te Ka buhişta te Kawayêm hemdim, li zindanên te Şêrên birîndar, ser çiyayên te Çima şîn û girîn, li newrozên te Mimê dinali, ji bo zîna te Sîpan rêz girtîye, ji bo xeca te Ka feqîyên te, ka xanîyên te Ka evdalên te Sîpan rêz girtîye, ji bo xeca te Ka feqîyên te, ka xanîyên te Ka evdalên te Lo hozano tu çi dibêjî, kanî saza te Tu aşiqê birîndarî, ezim yara te Ji xew rakirim hema ez hiştim, kanî soza te Te soz da min, tu revîya kanî doza te Hem dayikim niştimanim, hem jiyana te Tu xerîb û bê heavali, kanî yara te Kanî yara te Hem dayikim niştimanim, hem jiyana te Tu xerîb û bê heavali, kanî yara te Kanî yara te Biraderim birîndarim, bi evîna te Ez nexweşim û ez bê halim, ji ber halê te Bê hekîm û bê dermanim, ka lûqmanê te Mal xerab û gul wêranim, ji bo doza te Bi çar ciyan birîndarim, ez jî mîna te Heta kengî dijle û furat bin ronikên te Heta kengî dijle û furat bin ronikên min Bi çar ciyan birîndarim, ez jî mîna te Heta kengî dijle û furat bin ronikên te Heta kengî dijle û furat bin ronikên min

Bêjebêje © 2015-2020