a photo of Birader

Birader

Dayika Şemiyê

Ez şemê me şemê me dayika şemiyê Ez hatime dinya yê rojek şemiyê Kezeba min winda ye ez li pêy wê me Ez şemê me ez şemê me dayika şemiyê Rojek banga sibê bû dil di xew da bû Li deriyê me xistin tîm û leşker bûn Kezeba min birin ji ber çav winda bûn Ez şemê me ez şemê me dayika şemiyê Girtin dora mala me rojek êvarê Wek çêlikên gura bûn tîmên dewletê Kezeba min birin bi darê zorê Ez şemê me ez şemê me dayika şemiyê Kezeba min winda ye nema tê malê Çavê min li rê ye çend meh û sal in Tebata min nemaye ma ev çi hal e Ez şemê me ez şemê me dayika şemiyê Ez dayik im li pê me dil birîndar im Kezeba min winda ye ez dîn û har im Ez xwediyê dozê me bi soz û biryar im Ez şemê me ez şemê me dayika şemiyê Sal: 1999

Bêjebêje © 2015-2024