a photo of Birader

Birader

Delîla Gula Kuvî

Neçe Delila neçe komcivîna me heye Tu saza xwe ji bîr neke û konsera te heye Neçe delîla neçe komcivîna me heye Saz û hevalan bine û konsera te heye Dengê Delîla xweş tê çiyan rabûn govendê Bêhna gulkuvi xweş tê ciyan rabûn govendê Nêrgiz rabûn ji xewê girtin rêz û silavê Heval rabûn govendê ketin rêza dilanê Delîlamin meşiya xumîn keti gelîyan Gula kuvî hejiya xumin ketî gelîyan çîyan ketin silave gul û nêrgiz meşiyan Demsal bune xizmetkar ji ezman nur barîya Delîla gula kuvî tuye xemla biharê Şêrina dilê dayê mingina dost û yarê Deng û awaza kuvî melodiya jiyanê Tuye remza azadi li sînga Kurdistanê Sal: 2007

Bêjebêje © 2015-2024