a photo of Birader

Birader

Dema Tu Çû

Çûne û çûne, rê pir dûr e Nema tu tê, ez vê dizanim Lê çi bikim birîn kûr e Jan ji dil tê, ez pê nikarim Te xatir xwest û ji ba min cû Hêvi veşartî li çavan de Lezek meşî pir bi heybet Jiyanek nû di gavan de Wer cana min were ba min Wer dilê min were ba min Evîna min bihara min Hêviya min jiyana min Hinav şewitîn li dû te Ji boy te şaş e, ez vê dizanim Xweska carek min jî bigota Qet ne xem e, lê ez nikarim Te xatir xwest û ji ba min cû Hêvi veşartî li çavan de Lezek meşî pir bi heybet Jiyanek nû di gavan de Wer cana min were ba min Wer dile min were ba min Evina min buhara min Heviya min jiyana min

Bêjebêje © 2015-2024